Îsraîlê li Lubnanê bombe li 135 nuqteyan barand, sivîl hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Lubnanê, derdora bajarê Sûrê û Geliyê Bekaayê di nava 24 saetan de li zêdeyî 135 nuqteyan xistiye ku weke hedefên Hîzbûllahê pênase kir.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate ragihandin ku li Geliyê Bekaayê û Başûrê Lubnanê li 10 nuqteyan hatiye xistin ku weke deverên Hîzbûllahê hate pênasekirin. Her wiha hate ragihandin ku li kampeke perwedeyê ya li Bekaayê jî hatiye xistin.

Artêşê diyar kir ku li herêma Sûrê jî bombe li 15 nuqteyên binesaziya leşkerî ya Hîzbûllahê barand.

LI ADLÛNÊ MALBATEK HATE QETILKIRIN

Bîlançoya êrişan giran bû. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku li bajarokê Adlûnê yê li Saydayê, di encama êrişa Îsarîlê ya li ser wesayitekê de ji heman malbatê dyaik, bav û 2 zarok jî di nav de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

LI SÛRÊ 3 KES HATIN KUŞTIN, 8 JÊ ZAROK 37 KES BIRÎNDAR BÛN

Li aliyê din, li herêma El Bassê ya li navçeya Sûrê di êrişa rojek beriya niha de 3 kes hatin kuştin, 8 jê zarok, 13 jê jin 37 kes jî birîndar bûn.

LEŞKEREKÎ LUBNANÊ MIR

Li gel şerê li Başûrê Lubnanê hate ragihandin ku li ser rêya Zefta-Deyr Zahrani di encama êrişa li ser motorsîkletekê de leşkerekî Lubnanî jiyana xwe ji dest da.

ROJÊN SÊŞEM Û ÇARŞEMÊ ZÊDEYÎ 40 KES HATIN KUŞTIN

Rojên dawî êrişên Îsraîlê zêde bûne. Hate ragihandin ku roja Çarşemê herî kêm 9 kes, roja Sêşemê jî 34 kesan jiyana xwe ji dest dan.